Serokê Çînê, ji bo hevdîtina bi Putin re diçe Rusyayê

17 March 2023 17:30 0 dîtin
Serokê Çînê, ji bo hevdîtina bi Putin re diçe Rusyayê

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Koşka Kremlînê hat ragihandin, Serokê Dewleta Çînê Xi Jinping, dê di hefteya pêş de ji bo hevdîtina bi Putin re biçe Rusyayê.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Xi Jinping, dê di navbera 20 û 22yê Adarê de serdaneke fermî li Rusyayê bike. Hat diyarkirin ku Jinping, li ser vexwendina Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin diçe serdana Rusyayê.

Bi navbeynkariya daxuyaniyê hat ragihandin ku di hevdîtinê de dê li ser “Hevkariya dorhêlî ya navbera Rusya û Çînê û mijarên wekî pêşvebirina bandorên stratejik bên nirxandin.

Tê plankirin ku hevkariya Rusya û Çînê, di qada navneteweyî de hîn bêhtir were kûrkirin û li ser vê yeke jî dê dan û stendin bên kirin. Di hevdîtinê de dê 2 belgeyên girîng jî werin destnîşankirin.”