Kim Jong Un, ji bo hevdîtina bi Putin re diçe Rusyayê
PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên çapemeniya Koreya Başûr, Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un ji bo hevdîtina bi Serokê Dewletê Rusyayê Vladimir Putin re diçe Rusyayê.
Weşana Koreya Başûr YTNê, roja duşemê ragihand ku li ser zarê çavkaniyekî payebilind ê hikûmetê yê nediyar, Kim Jong Un ji bo hevdîtina ligel Putin diçe Rusyayê.
Li gorî vê nûçeyê, Kim dê bi trêneke taybet ber bi sînorê bakurê rojhilatê Koreya Bakur ve biçe û lûtke dê roja sêşemê ango sibê were lidarxistin.
Her wiha hat diyarkirin ku ev rêwîtî dê bibe yekem gera Kim a derveyî welêt ku ev 4 sal in ji ber Covid-19ê derneketiye derve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin