Kim Jong Un, ji bo bazara çekan diçe Rusyayê!
PeyamaKurd- Ji aliyên berpirsên Amerîkî ve hat ragihandin ku Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un plan dike ku vê mehê biçe Rusyayê da ku bi Putin re bazara çekan gotûbêj bike.
Çavkaniyên ku ji rojnameya New York Timesê ya Amerîkî re axivîn, gotin ku Kim plan dike ku bi trêna zirxî seferê bike, lewma dibe ku bajarê Vladivostokê li aliyê rojhilatê Rusyayê were tercîhkirin.
Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby diyar kir ku di hegera firotina çekan de dê cezayên li ser Koreya Bakur zêde bibin.
Koşka Spî herî dawî ragihand ku dan û standinên bazirganiya çekan di navbera herdu welatan de bi awayekî çalak bi pêş ve diçin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin