Rusya: Sandina çekan, dê wekî dijberiya Rusyayê bê dîtin!
PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, bi daxuyaniyekê ragihand ku Rusya her şandina çekan a ji bo Ukraynayê, dê wekî "kiryareke li dijî Rusyayê" bibîne.
Mariya Zaharova, li ser daxuyaniya Serokê Koreya Başur Yoon Suk-yeol a di derbarê şandina muhtemel a çekên Koreya Başûr de axivî û got,
"Rusya, operasyonên leşkerî yên berevaniyê li dijî rojavaya kolektîf dimeşîne ku rejima kirêt a li Kievê wekî amûreke şerê xwe yê wekaletê li dijî me hilbijartiye. Di vê rewşê de şandina çekan a ji Ukraynayê re ji ku derê dibe bila bibe, eşkere ye ku dijminatiya li dijî Rusyayê ye.
Gavên bi vî rengî, dê bandoreke neyînî li têkiliyên dualî yên bi dewletên ku van gavan bihavêjin re bike û helwesta Rusyayê ya li ser mijarên ku berjewendiyên bingehîn ên ewlehiyê yên welatên têkildar eleqedar dikin dê were nirxandin. Di derbarê Koreya Başûr de dibe ku ev yek bi nêzîkatiyan ve girêdayî be."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin