Rusyayê xwest ku sandina çekan a ji bo Ukraynayê, bê rawestandin

11 January 2023 18:00 0 dîtin
Rusyayê xwest ku sandina çekan a ji bo Ukraynayê, bê rawestandin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Ombudsmana Mafên Mirovan a Rusyayê Tatyana Moskalkova, bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Mustafa Şentop re hevdîtin kir. Hat diyarkirin ku Ombudsmanê Ukraynayê Dmytro Lubinets û Ombudsmanê Tirkiyeyê Şeref Malkoç jî beşdarî hevdîtinê bûne. 

Li ser hevdîtina ku hat kirin, Moskalkova wiha got:

"Min ji Birêz Şentop xwest ku şandina çekan a ji Ukraynayê re rawestînin da ku rewş zêdetir aloz nebe."

Moskalkova, der barê hevdîtinê de got, "Li ser pêwîstiya agirbestê gotinên gelekî girîng hatin gotin. Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên mafên mirovan şert e. Beriya her tiştî mafê jiyanê ye."

Tatyana Moskalkova diyar kir ku wê serdana welatiyên Rusyayê yên li Tirkiyeyê li girtîgeha Stenbolê tên darizandin kiriye û got,

"Bi saya Ombudsmanê Tirk Birêz Malkoç, min karibû serdana welatiyên me yên li girtîgeha Stenbolê tên darizandin bikim û alîkariya mirovî bidim wan."

Hat ragihandin ku civîna sê alî ya ombudsmenên Tirkiye, Rusya û Ukraynayê dê li Enqereyê bê lidarxistin.