Antony Blinken: Dibe ku Çîn, çekan bide Rusyayê
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ji CBS Newsê re axivî û da zanîn ku kompaniya Çînî, berê "piştgiriya nekujer" didin Rusyayê û agahdariya nû destnîşan dike ku Pekin dikare "piştgiriya kujer" bide.
Antony Blinken hişyarî da ku heger Çîn ji bo şerê Ukraynayê çek û cebilxaneyan bide Rusyayê, dê ji bo Çînê encamên giran derkevin pêş.
Blinken bal kişand ku di navbera kompaniyên taybet û kompaniyên dewletê yên li Çînê de tu cudahiyeke rast tuneye û got, "Çekdarkirina Çînê ya Rusyayê, dê ji bo me û têkiliyên me bibe sedema pirsgirêkên cidî."
Blinken diyar kir ku Amerîka bi fikar e ku Çîn alîkariya Rusyayê dike ku ji cezayên rojava xilas bibe.
Wezîr Blinken, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi dîplomatê herî payebilind ê Çînê Wang Yi, Rêveberê Komîteya Navendî ya Têkiliyên Derve ya Partiya Komunîst a Çînê (CCP) re jî hevdîtin kiribû.
Hat ragihandin ku Blinken di hevdîtinê de hişyarî daye encamên piştgirî û alîkariya darayî ya Çînê ya Rusyayê ku di şerê wê yê hovane yê li dijî Ukraynayê de ku ji sizayên pergalkirî dûr nekevin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin