Serokê Belarusê, ji bo hevdîtina bi Putin re diçe Rusyayê
PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Rusyayê de hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokê Belarusê Alexander Lukashenko, ji bo têkiliyên fermî serdana Rusyayê dike.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku beşa sereke ya serdanê dê hevdîtinên bi Serokê Rusyayê Vladimir Putin re be.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de dê mijarên cuda bi taybetî rojeva navneteweyî, pirsgirêkên herêmî û aborî bên nîqaşkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtina ku dê di 15ê Îlonê de bê kirin de mijarên sereke yên dan û stendinan dê rojeva navneteweyî û mijarên herêmî bin. Her wiha dê karên hevpar ên di aboriyê de bi taybetî jî di pîşesazî, çandinî û beşên din de bên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin