Ji Putin, biryara tolhildanê: Dest danî ser 2 kompaniyên mezin

17 July 2023 14:30 0 dîtin
Ji Putin, biryara tolhildanê: Dest danî ser 2 kompaniyên mezin

PeyamaKurd- Bi biryarnameya ku ji aliyê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ve hat destnîşankirin, kompaniyên Fransî Danone û kompaniya hilberîna bîrayê ya Denmarkî ya li Rusyayê hatin desteserkirin.

Li gorî hat ragihandin, Vladimir Putin, bi biryarnameya navborî dest danî ser rêveberiya 2 kompaniyên gewretirîn ên navneteweyî ku li Rusyayê dixebitin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Servîsa Ragihandinê ya Kremlînê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku hemû pişkên kompaniyên xwarinê ya Danone ya Fransî û hilberînerê bîraya navneteweyî ya Denmarkê ya li Rusyayê, radestî Ajansa Rêveberiya Taybet a Federal a Rûsyayê hatiye kirin û hat diyarkirin ku dê hilberînerên Rusî bi awayekî "demkî" hîseyan îdare bike.

Di Cotmeha sala borî de kompaniya Danoneyê ragihandibû ku ew ê piraniya xebatên xwe yên li Rusyayê vekişîne.