Carla del Ponte: Divê Dadgeha Tawanan a Navdewletî bi lez biryara desteserkirina Putin bide
PeyamaKurd – Dozgera Navdewletî ya berê Carla del Ponte di hevpeyvînekê de, bang li Dadgeha Tawanan a Navdewletî kir û da zanîn, ji ber êrîşa li ser Ukraynayê, bi lez biryara desteserkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bide.
Carla del Ponte di hevpeyvîna bi rojnameya “Le Temps” a Swîsreyê re kiriye de diyar kiriye: “Putîn tawanbarê şer e.”
Herwiha li gorî dadwera 75 salî ya Swîsreyî, ji bo sûcdarkirina Putîn û karbidestên din ên Rûsî di ber tawanên li Ukraynayê de, pêwîstî bi biryara desteserkirinê ya navdewletî heye.
Del Ponte di berdewamiyê de daye zanîn, derxistina biryara desteserkirinê, wê bibe nîşana destpêkirina lêpirsînê û wê bibe amûrek ji bo dadgehkirina tawanbarê tawaneke şer.
Dozgera Navdewletî ya berê eşkere kiriye, derxistina biryareke bi vî rengî, nayê wê wateyê ku Putin eger li Rûsyayê bimîne wê were desteserkirin, lê nikaribe ji welatê xwe derkeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin