Mesrûr Barzanî: Divê zîhniyeta li pist van karesat û tawanan bi dawî bibe
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê 34emîn hemleya Enfala Badînan de peyamek belav kir û got: “Divê zîhniyeta li pişt van karesat û tawanan bi dawî bibe û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî were girtin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe da zanîn: “Bi boneya hemleya Enfala Badînanê ku qonaxa dawî ya Enfala bednav bû, rejîma Iraqê weke hemû navçeyên din ên Kurdistanê, tawaneke din a hovane li hember xelkê devera Badînan kir ku di encama wê hemleya ku çekê qedexekirî hat bikaranîn de bi hezaran kes hatin şehîd û wendakirin û bi deh hezaran kes jî koçber û derbider bûne û bi sedangund wêran bûn.”
Di berdewamiyê de Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Di sî û çaremîn salvegera vê tawana hovane de, em bi rêz û hurmet qurbaniyên Enfalê li Badînan bi bîr tînin û em careke din dubare dikin ku divê hikûmeta Iraqê li gorî destûrê, ziyandîtiniyan û malbatên qurbaniyên Enfal û tawanên rejîma berê ya Iraqê bi awayekî hêja qerebû bike ku ev mafekî rewa yê gelê stemlêkirî yê Kurdistanê ye. Her wiha divê zîhniyeta li pişt van karesat û tawanan bi dawî bibe û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî were girtin.”
Herî dawî diyar kir: “Di salvegera Enfala Badînanê de, silav û rêz li giyanê pak ê enfalkiriyên Badînanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin