Senatorê Amerîkî: Divê Amerîka pistevaniya Mesrûr Barzanî dewam bike

18 February 2021 17:53 0 dîtin
Senatorê Amerîkî: Divê Amerîka pistevaniya Mesrûr Barzanî dewam bike

PeyamaKurd - Serokê komîsyona pêwendiyên derve li Senatoya Amerîkayê Bob Menendez got, divê Amerîka di piştevanîkirina serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de berdewam be.

Senatorê Amerîkî yê Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve li Senatoyê Bob Menendez, li ser êrîşa moşekî ya Hewlêrê peyamek belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir.

Menendez di peyama xwe de dibêje, ew êrîşên han vê rastiyê derdixin ku divê hemahengî û hevkarî di navbera artêşa Amerîka û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê de berfirehtir û zêdetir bibe.

Senatorê Amerîkî bang li hikûmeta Amerîka jî kir, di piştevanîkirina serokwezîrê Herêma Kurdistanê Meserûr Barzanî de berdewam be û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî teşwîq bike da ku lêkolînên hûr li ser wan êrîşan bike.