Senatorê Amerîkî: Divê hinardeya petrola Kurdistanê dest pê bike
PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî ji Partiya Demokrat Jerry Conley, got, divê civaka Kurd ji zext û gefan were parastin û herwiha hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî ji nû ve dest pê bike.
Endamê Kongreya Amerîkayê Jerry Conley ji K24ê re gotiye: “Eger Kurd nebûna, hîna gelek dever dê di bin destê DAIŞê de bûna, ji ber wê jî divê em pêwendiyên xwe ligel wan biparêzin.”
Jerry Conley got ku divê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike, da ku Kurd sûdê jê werbigirin.
Aîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê jî çend roj berî ragihandibû, Amerîka pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê dike û ew dixwazin di zûtirîn demê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Hêjayî gotinê ye 25ê Adara 2023ê ve hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê rawestaye ku li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, dê petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê kompaniya Somo ve were firotin û dahat jî di hesabekî taybet yê bankî de were razandin û di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin