Senatorê Amerîkî: Divê welatên hewl didin rejîma Esed vegerînin bên cezakirin!
PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî yê Komarparêz di Komîteya Têkiliyên Derve de Jim Rich, li ser asayîkirin pêwendiyan bi rejîma Sûriyî re û alîkariya berdewam ya hin welatan bo Şamê got, divê Amerîka kes û aliyên hewl didin rejîma Esed ji nû ve vegerînin bêne cezakirin.
Senator Jim Rich di salvegera 11emîn a şer û aloziya Sûriyê de, bang li rêveberiya Amerîkaya jî kir ku alîkariya gelê sûrî bike.
Rich di daxuyaniya xwe de dibêje: "Ji destpêka 2011an ve dîktator Beşar Esed bi alîkariya Rûsya û Îranê hemleyên kuştin û wêrankirinê pêk tîne, heta gihîşt radeyekê ku Neteweyên Yekbûyî ji 2014an ve nema hejmara kuştiyan eşkere bike, ji ber ku gihîştibû 100 hezar sivîlan.”
Senatorê Komarîparêz diyar kir, ligel bikaranîna çekên kîmyewî, gaz û bermîlên teqîner hê jî hin hevalbendên Amerîkayê dixwazin Esed vegerînin nav civaka navdewletî û got:
"Divê welatên ku hewl didin rejîma Esed vegere, werin ceza kirin."
Herwiha Rich bal kişandiye ser şerê li Ûkraynayê û daye zanîn, Rûsya ji tecrûbeya xwe ya li Sûriyê ders derxist û niha çek û heman stratejiya Sûriyê li Ûkraynayê bikar tîne û got: "Divê mirov ji şaştiyên xwe yên li Sûriyê dersan derxe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin