Mesrûr Barzanî: Divê Dadgeha Tawanan enfala Bahdînan qerebû bike

25 August 2020 15:31 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê Dadgeha Tawanan enfala Bahdînan qerebû bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser salvegera 32yemîn a enfala Bahdînan peyamek belav kir û tê de got: “Bandorên enfalê heta bi bi dehan salên din jî dimînin.”

Serokwezîr Barzanî got, "Ev bîranîna xemgîn, pêwîst e her dem me zêdetir han bide ji bo berevanîkirina li mafên miletên yên rewa û bîranîna qurbaniyên wê tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine kirin. Yek ji ji wan mafên me yên yasayî û destûrî jî, qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan li gor biryara Dadgeha Tawanan a Iraqê ye."

Enfalkirina Badînanê ya rejîma Beasî ya Iraqê ku pêla dawî ya enfalê bû, ji 25ê Tebaxê û heta 6ê Îlona 1988an, hemû navçeyên Badînanê girte ber xwe û tê de kîmyabaran, girtin, kuştin, wêrankirina mizgeft û dêran û navçeyên Bahdînanê hebûn.

Peyama Mesrûr Barzanî ya 32yemîn salvegera enfalkirina Bahdînanê:

“Berî 32 salan rêjîma Beis a Iraqê di çarçoveya proseya enfal de, dawî qonaxa enfalê li Badînanê encam da û di wê şepêlê de bi hezaran kes hatin şehîd û winda kirin û bi sedan gund jî wêran kirin.

Ji gelê Kurdistanê re, enfal ne tenê bûyer û hejmar e, belkû jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bi dîrok, ciyografa, şûnwar ê jîngeh e ku bandorên wê heta  bi dehan salên din jî dimîne.

Ev bîranîna xemgîn, pêwîst e her dem me zêdetir han bide ji bo berevanîkirina li mafên miletên yên rewa û bîranîna qurbaniyên wê tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine kirin. Yek ji ji wan mafên me yên yasayî û destûrî jî, qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan li gor biryara Dadgeha Tawanan a Iraqê ye.

Di dawiyê de, serê xwe bi rêz bo şehîdên enfalê û tevahiya şehîdên riya rizgarîxwar Kurdistanê ditewînim.”