Rêxistinên yasayî: Divê dosya Efrînê bigihe Dadgeha Tawanan a Navdewletî
PeyamaKurd - 12 rêxistinên yasayî û sivîl ên Kurdî, Erebî û cîhanê lîsteyeke daxwazan û dosyayeke belgekirî bi tawanên artêşa Tirkiyê li Efrînê kirine radestî hejmarek ji rêxistinên navdewletî yên ser bi Netewên Yekgirtî ve kirin û daxwaz kirin dosya dagîrkirina Efrînê bigihe Dadgeha Tawanan a Navdewletî.
Di daxuyaniyekê de, 12 rêxistinên yasayî û sivîl ên Kurdî, Erebî û cîhanê dan zanîn, şandek ji nûnerên wan 12 rêxistinên yasayî û sivîl pêk hatibû duhî li Koşka Netewên Yekgirtî li Cenêvê bi Komisyona Netewên Yekgirtî a Mafên Mirovan, Komîta Lêkolînên Navdewletî yên Taybet bi Sûriyê û Rêxistina Mîkanîzma Navdewletî ya Serbixwe re civiya.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, şandê lîsteyek daxwazan û dosyayek belgerkirî bi tawan û binpêkirên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li Efrînê dikin, ku bi sedan rûpel, wêne û perçeyên vîdyo li xwe digire radestî wan rêxistinên navdewletî kirin.
Diyar kirin jî, ew tawanên li Efrînê tên kirin, li gor çar peymanên Cenêvê yên sala 1949an û her du peymanên Lahay ên sala 1899 û 1907an, digihin asta tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê.
Herwiha şanda rêxistinên yasayî û mirovî daxwaz ji wan rêxistinên navdewletî kir, bi erkê xwe yê yasayî û exlaqî li hember tawanên qirkirinê yên li Efrînê dibin rabin û Tirkiyê şermezar bikin û berpirsatiya yasayî têxin stûyê wê, ji ber ku ew welatekî dagîrker e.
Herwiha wê şandê daxwaz ji wan rêxistinên navdewletî kir, raportekê ji Encûmena Mafên Mirovan re hildin û tê de daxwaz bikin, ku dosyaya dagîrkirina Efrînê bo Encûmena Asayişa Navdewletî û piştre jî bo Dadgeha Tawanên Navdewletî bê veguhastin.
Rêxistinên bi vî karî rabûne û li ser wê dosyê îmze kirine ev in: Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirvan, Desteya Yasayî ya Kurdî, Navenda Dad a Mafên Mirovan, Komela Parastina Gelên di Bin Gefê de, Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Komela Berevaniya li Mafên Mirovan a Sûrî li Nemsayê, Komîta Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Rêxistina Mehabad a Mafên Mirovan, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, Rêxistina Kurd Bêsînor, Desgeha Êzdîna a Çavdêriya Binpêkirinên Mafên Mirovan û Komela Hêvî a Kurdî li Belçîka.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin