HSD: Nêzîkî 100 malbatên rêxistinên El-Qaîdeyê li Efrînê hatine bicihkirin

14 November 2022 11:37 0 dîtin
HSD: Nêzîkî 100 malbatên rêxistinên El-Qaîdeyê li Efrînê hatine bicihkirin

PeyamaKurd – Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî da zanîn, îstixbarata dagirker dest bi veguhestina malbatên çekdaran ji bo Efrînê û bicihkirina wan kir.
Li gor zanyariyan, do nêzîkî 100 malbatên rêxistinên El-Qaîdeyê hatine Efrînê.

Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê mijarê de agahî parve kir û got: “Beriya demekê Heyet Tehrîr El-Şam derbasî Efrînê bûn û kombûna xwe ewle kirin. Pişt re çekadarên Hiras Eldîn li başûrê Efrînê bi cih bûn.”

Ferhad Şamî eşkere kir: “Niha îstixbarata dagirker dest bi veguhestina malbatên van terorîstan ji bo Efrînê û bicihkirina wan dike û wê li malên Kurdên derbider wan bi cih bikin.”

Herî dawî got: “Do nêzîkî 100 malbatên rêxistinên El-Qaîde hatin Efrînê.”