Hejmarek çekdar û malbatên wan ji Efrînê bo Girê Spî hatin veguhestin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihandiye ku hejmarek çekdar û malbatên wan ên Tirkiye piştevaniya wan dike, ji Efrînê bo bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.
Rêxistinê daye zanîn ku şeva borî heta vê sibehê hin çekdarên ji komên Ceyş El Şerqiye û El Semirqend ji gundên bajarên Cindirêsê û Mabeta yên Efrînê tevî malbatên wan bi darê zorê di Ezaz, Bab û Cerablusê re bo Girê Spî hatine şandin.
Hatiye diyarkirin ku Tirkmen ên ji Firqet El Emşat û Hemzat ji bajarê Girê Spî jî ber bi Efrînê ve hatine şandin ku ew komên çekdar yekser girêdayî Tirkiyê ne.
Hêjayî gotinê ev pêngav piştî hewlên nêzîkbûna Enqere û Şamê pêk hatiye ku Tirkiye dixwaze komên girêdayî xwe li herêma Efrîn-Helebê bicih bike.
Heman rêxistinê daye xuyakirin ku MÎTê ji çekdarên Ehrar El Şerqiye, Ceyş El Şerqiye û Semirqend daxwaz kiriye li Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê dijî PKKê bibin lê wan koman ev yek red kiriye. Herwiha tê gotin ku Şamê jî xwestiye ew kom ji herêma Efrînê bên derxistin di çarçoveya hewlên lihevkirina Şam-Enqerê de.
Herwiha komên li Efrînê têne bicihkirin jî ji Tirkmenan pêk tên ku li gorî çavkaniyan Tirkiye dixwaze hebûna xwe li wan herêman garantî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin