Serok Barzanî: Divê dawî li rewsa neyasayî ya li ser gelê Sengalê were
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku di 10emîn salvegera jenosîda rêxistina terorîst a DAIŞê li Şengalê li dijî Êzidiyan, divê dawî li rewşa awarte û ne yasayî ya ku li ser xelkê Şengalê hatiye ferzkirin, bê rakirin.
Mesûd Barzanî ji bo 10. salvegera Komkujiya Êzidiyan peyamek weşand.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku jenosîda Şengalê û tawanên terorîstên DAIŞê 10 sal berê li dijî Êzidiyan pêk anîn, birînek li ser bedena gelê Kurd bû û got: “Ev tawan dirêjkirina jenosîd, komkujî û tawanên bi vî rengî ye ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Birayên me yên Êzidî di tevahiya dîrokê de ji ber kurdayetî û baweriyên xwe yên olî di bin zilma DAIŞê de ne."
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzİdiyan de balkişand li ser girîngiya rola hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de.
"Bi vê minasebetê em tekez dikin ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin maf û daxwazên birayên xwe yên Êzidî û şêniyên herêmê." Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha got:
"Pêwîst e lihevkirina navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a li ser asayîkirina rewşa Şengalê were cîbicîkirin. Rewşa neqanûnî û awarte ya ku ev 10 sal in bi awayekî neheq li ser gelê herêmê tê ferzkirin, bi dawî bibe. Partiyên siyasî hewl didin êşên Şengalê ji bo armancên siyasî bikar bînin, xwe ferz bikin û "Divê em dest ji zehmetkirina rewşê berdin û rê bidin birayên me yên Êzidî ku vegerin malên xwe û di nava aramî û aştiyê de bijîn."
Komkujiya Êzidiyan
Di êrîşên 3ê Tebaxa 2014an de destpê kir de bi hezaran Kurdên Êzidî ku di nav de jin û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes dîl ketin destê çeteyên DAIŞê.
Bi sedan kesên revandî li bazarên koleyan hatin firotin, çarenûsa bi hezaran hêj ne diyar e.
Piştî êrîşên çekdarên DAIŞê li Şengal û derdora wê bi dehan gorên komî hatin dîtin.
Di komkujiyê de zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, di gorên komî de hatin definkirin û bi hezaran jî dîl hatin girtin. 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav man.
Zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî ji cih û warên xwe bûn. 135 hezar û 860 Êzidî penaberî Herêma Kurdistanê bûne. 189 hezar û 337 kes koçberî deverên ji Herêma Kurdistanê cuda bûne, 100 hezar kes jî koçberî welatên cuda bûne.
Parlamentoya Kurdistanê roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan qebûl kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin