Serok Barzanî: Divê Pêsmerge taktîkên ser biguhere û ji rewsa berevaniyê derbasî êrîsê bibe
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa şeva borî ya li ser çeperên Pêşmerge yên li Qeresalim a li sînorê navçeya Pirdê de peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Teqez dikim ku pêwîste tola xwîna şehîdên me ji terorîstan bê standin. Ji ber zêdebûna tevger û êrîşên terorîstan ên vê dawiyê pêwîste hêza Pêşmergyên Kurdistanê amadekariyên zêdetir bike û taktîkên şer biguhere û ji rewşa berevaniyê ve derbasî êrîşê bibe ji bo ceza kirin û jinavbirina terorîstên DAIŞê.”
Peyama Serok Barzanî:
Mixabin şeva borî di encama êrîşa terorîstên DAIŞê ya ser çeperên Pêşmerge yên li Qeresalim a li sînorê navçeya Pirdê hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Serxweşiyê li malbatên kesûkarên şehîdên wê êrîşa terorîstî dikim û ez xwe hevbeşê xemên wan dizanim û ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê şehîdan bi beheşta xwe şad bike û sebir û aramiyê bide merivên wan û hêviya selametiyê bo birîndaran dixwazim.
Herwaha teqez dikim ku pêwîste tola xwîna şehîdên me ji terorîstan bê standin. Ji ber zêdebûna tevger û êrîşên terorîstan ên vê dawiyê pêwîste hêza Pêşmergyên Kurdistanê amadekariyên zêdetir bike û taktîkên şer biguhere û ji rewşa berevaniyê ve derbasî êrîşê bibe ji bo ceza kirin û jinavbirina terorîstên DAIŞê.
Bi hezaran silav li ruhê paqij ê şehîdên şerê DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
06.12.2021.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin