Serok Barzanî: Divê temamê Pêsmerge di bin yek wezaretê de bin

07 September 2022 22:41 0 dîtin
Serok Barzanî: Divê temamê Pêsmerge di bin yek wezaretê de bin

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî Şêwirmendê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê yê wezareta bergiriyê yê Îngîltere Mareşal Martin Sampson û heyeta pê re qebûl kir. Barzanî di axaftina xwe de behsa reformên wezareta Pêşmerge kir û got ku ew temamê reformên wezareta Pêşmerge destek dike.

Di hevdîtinê de şêwirmendê bi tecrube yê leşkerî yê Brîtanya dubare kir ku welatê Îngîltere girêdayê soza dostaniya Herêma Kurdistanê, hevkarî û desteka hêzên Pêşmerge û koordînasyonê ye. Sampson, bi sedema hewlên serok Barzanî yên ku Pêşmerge di bin sîwana wezareta Pêşmerge de bike yek, sipasiya wî kir. Sampson her weha behsa pêdiviya parastina mafê Pêşmerge ya di çarçoveya sîstema parastina Iraqê de kir.

Serok Barzanî bi sedema hukumeta nû ya Brîtanyayê ku dest bi wezîfa xwe kiriye, wan pîroz kir û ji ber Brîtanya û koalisyona navdewletî li hemberê IŞİD ê desteka ku daye hêzên Pêşmerge siyasiya wan kir. Serok Barzanî behsa rola Pêşmerge di têkoşîna xelkê Kurdistanê de kir û got ji ber Pêşmerge bi baweriye, doza rewa ya xelkê Kurdistanê û nirxên netewî diparêze.

Serok Barzanî car din behsa girîngiya civandina hêzên Pêşmerge di bin wezareta Pêşmerge de kir û got divê pêşmerge pêwiste di bin sîwana wezareta Pêşmerge de bibin yek.