Serok Barzanî rewsa dawî ya Hewlêrê ji Parêzgar Xosnaw pirsî: Çi pêwîst be bikin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêwendiyeke telefonî ligel parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pêk anî û rewşa xelkê Hewlêrê yên rûbirûyî lehiyê bûne pirsî.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnawa li ser rûpela facebookê got: “Îro 13ê Çileyê 2022yan Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pêwendî li gel min pêkanî û rewşa hemwelatiyên bajarê Hewlêr û wan cihan pirsî ku îro ji ber barîna barana zêde av lê rabû.”
Umêd Xoşnaw ragihand: “Serok Barzanî di pêwendiya telefonî de diyar kir, aliyên pêwendîdar û saziyên hikûmetê divê di demeke zû de çi pêwîst be ji bo parastin û hawarçûna hemwelatiyan bikin û alîkar bin.”
Parêzgerê Hewlêrê herwiha li ser rewşa bajarê Hewlêrê cihên ji ber rêjeya barana zêde rastî lehiyê hatine û derbarê proseya hawarçûna tîmên hawarçûnê û fermangeha xizmetê de Serok Barzanî agahdar kir.
Umêd Xoşnaw diyar kir, temamê sazî û aliyên pêwendîdar di amadebaşiyê de ne ji bo parastina selametiya mal û canê hemwelatiyan û pêdeçûn jî berdewame ji bo pêşhateyan û çi pêwîst bike jî wê bê kirin.
Parêzgerê Hewlêrê dawî got: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji serê sibehê zû ve berdewam li gel me di pêwendîyê de bû ji bo encamdana çi pêwîst bike ya hevkarî û alîkariyê û hawarçûna hemwelatiyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin