Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê Iraqê re gefa terorê û rewsa dawî gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro Duşemê pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey û şanda ligel wî kir.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi pêşwazîkirina Balyozê Brîtanî Stephen Hickey kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku wan îro pêşhatên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.
Herwiha Serok Barzanî da zanîn ku wan behsa zêdebûna gefa terorê û êrîşên dawî yên ser gundên Mêxes û Dara yên devera Xaneqînê kiriye.
Hat ragihandin ku di civîna ku Konsûlê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton tê de amadehî kir de, behsa rûdana dawî ya belavbûn û rûbirûbûna pejika Korona û rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexda hat kirin.
Herwiha behsa kêşe û qeyranên li Iraqê bi giştî hat kirin û hengavên nû yên Hikûmeta nû ya Iraq û pêwendiya Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal û gefên serhildana DAIŞê mijareke din a civînê bûn.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat gotin, her du aliyan gef û metirsiyên DAIŞê bi ciddî binav kirin, bi taybetî ku tevgerên wan yên vê dawiyê ku li gelek navçeyên Iraqê zêde kirine. Di vî derbarî de jî berdewamiya piştgîriya hevpeymanên navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorê û çespandina asayîşa li Iraq û Herêma Kurdistanê de bi girîngî dane zanîn.
Pêwendiya Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê jî mijareke din a di civînê de hat gotûbêjkirin bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin