Serok Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê qebûl kir

17 October 2022 17:00 0 dîtin
Serok Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê qebûl kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê û şanda ligel wî qebûl kir. Di agahiyên ku li ser hevdîtinê hatin dayîn de hat diyarkirin ku rewşa siyasî ya giştî û ya Iraq û herêmê hatiye nirxandin.

Di agahiyên ku li ser hevdîtinê hatin parvekirin de hat ragihandin ku Serok Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson û şanda ligel wî pêşwazî kiriye û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Hewlêrê David Hunt jî di hevdîtinê de amade bûye.

Hat zanîn ku di hevdîtina hatiye kirin de aliyan tekezî kiriye ku divê pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, li gorî îstîhqaqa hilbijartinan be. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêwîstiya bernameya ku aliyên beşdar ên proseya siyasî li ser wê li hev kirine, were cîbicîkirin jî guftûgo hatine kirin da ku ji bo rêrewa proseya siyasî ya Iraqê ber bi seqamgîriya siyasî ve biçe, ew bername wekî nexşerêyekê bi kêr were.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Serok Barzanî girîngiya li ser rola jinan û bihêzkirina wê rolê tekez kiriye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji bo pêşxistina civakê, her dem rol daye jinan û pêşengê gihandina jinên çalak bûye.