Serok Barzanî Balyozê Brîtanya yê Iraqê qebûl kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Stephen Hitchen kir û pê re li ser rûdan û geşedanên herêmî, gefên terorê û siberoja hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê danûstandinan kir.
Baregayê Barzanî bi daxwiyaniyeke nivîskî ragihand ku di hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Stephen Hitchen ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Beasley jî beşdar bû de Hitchen, ji ber serdana wî ya Bexdayê û hevdîtinên wî yên bi aliyên siyasî yên Iraqê Serok Barzanî pîroz kir û destnîşan kir ku ew serdan bûye sedema erênîbûna rewşa siyasî ya pêvajoya siyaseta Iraqê.”
Di hevdîtinê de Serok Barzanî jî behsa encamên serdana xwe ya Bexdayê kir. Serok Barzanî, li ser pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî teqez kir ku wê hilbijartinên Perlamena Kurdistanê di dema diyarkirî de bê kirin.
Rûdan û pêşhatên herêmî, gefên terorê û siberoja hebûna hêzên Hevpeymaniyê mijarên gotûbêja vê civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin