Serok Mesûd Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê re civiya

15 February 2022 14:57 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê re civiya

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî îro 15/2/2022an bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda pê re civiya.

Her du aliyan di civînê de, pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekezî li pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê kir.

Herwiha di wê civînê de, ronahî hate xistin ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û şanda mêvan ji bilî pêzanîna wê ji bo van çaksaziyan, hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê de, bi pêngaveke erênî ji bo aramiya navçeyên ku cihê nakokiyên ne bi nav kir.

Gefên terorê li Iraq û Sûriyê, mijareke din a vê civînê bû.