Serok Barzanî rewsa dawî bi Wezîrê Derve yê Iraqê re gotûbêj kir

11 February 2020 15:38 0 dîtin
Serok Barzanî rewsa dawî bi Wezîrê Derve yê Iraqê re gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Iraqê  Mihemed Elî El Hekîm û şanda pê re kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û Iraqê hatine guftûgo kirin û ronahî xistine ser proseya siyasî ya Iraqê û çawayiya rûbirûbûna qeyranên Iraqê û herdu aliyan di derbarê babeta raspardina serokwezîrê nû yê Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser bicîhkirina daxwaziyên xwepêşanderan û li ber çav girtina daxwaziyên hemû pêkhatên Iraqê hat kirin.

Hat diyar kirin ku gefa hizra tundiyê û egerên bihêzbûna DAIŞê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.