Serok Barzanî û Berhem Salih li ser serokwezîrê nû û rewsa dawî ya Iraqê axivîn

06 February 2020 16:19 0 dîtin
Serok Barzanî û Berhem Salih li ser serokwezîrê nû û rewsa dawî ya Iraqê axivîn

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pênceşemê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û proseya pêkanîna hikûmet û raspardina serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî hatiye guftûgo kirin.

Li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê, di derbarê çareseriyên derketina Iraqê ji qeyranan û vegerana aramî û bicihkirina daxwaziyên xwepêşanderan de danustandina bîr û ramanan hat kirin.

Herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî mijareke din a hevdîtina Serok Barzanî û Berhem Salih bû.