Berhem Salih bi Serokwezîrê Iraqê re civiya

04 August 2022 10:30 0 dîtin
Berhem Salih bi Serokwezîrê Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya û di civînê de pêşhat û guherînên siyasî yên van demên dawî gotûbêj kirin.

Li gor Serokomariya Iraqê îro Çarşemê 3yê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek belav kir û got, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Mistefa Kazimî li ser rewşa giştî, pêşhat û guherînên siyasî yên van demên dawî gotûbêj kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Berhem Salih û Mistefa Kazimî tekezî li ser parastina asayîşê, aramkirina rewşê, gihîştina bi diyalogê, gotûbêja cidî û dawîanîna qeyranê kirine.

Di berdewamiyê de girîngiya desteberkirina lihevkirin û yekrêziya niştimanî anîne ziman.

Herî dawî her du aliyan li ser bihêzkirina navmala navxweyî û rêlibergirtina li wan kesên dixwazin sûdê ji nakokiyên navxweyî werbigrin û êrîşî welat bikin, hişyarî dan.