Brett McGurk bi Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiya
PeyamaKurd – Nûnerê Amerîka bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk bi şandeyekê re, do serdana Bexdayê kir û bi Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiya.
Piştî civînê, Ofîsa Serokkomariyê têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de eşkere kir: “Di civînê de li ser xurtkirina pêwendiyên her du welatan, nîqaş hat kirin. Herwiha behsa bidawîbûna erka hêzên koalisyonê ya li Iraqê û bihêzkirina hêzên ewlehiyê hatiye kirin.”
9ê Kanûnê erka leşkerî ya hêzên Amerîkayê li Iraqê bi dawî bû. Lê belê fermandariya hêzên navendî tekez kir, wê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin