Serok Barzanî bi Berhem Salih re rewsa siyasî û hilbijartinên Iraqê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 29ê Nîsanê pêşwazî li Serokomarê Iraqa Federal Dr. Berhem Salih kir.
Hat ragihandin ku di vê civînê de gûhertinên dawî û pêşhatên siyasî yên qada Iraqê hatin guftûgo kirin û di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Di hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserbûna kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û hemahengiya di navbera wan, wekî faktereke ji bo aramî û geşbûna hemû beşên Iraqê da hate zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin