Peyama Sengalê ya Serokwezîr Barzanî: Divê dawî lê bê!
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo 9emîn salvegera Komkujiya Êzîdiyan a ku di 3ê Tebaxa 2014an de li Şengalê ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hat kirin, peyamek belav kir.
Serokwezîr di peyama xwe ya ji bo salvegera Komkujiya Êzîdiyan de daxwaz kir, dawî li rewşa neqanûnî ya li Şengalê were.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: 9 sal berê terorîstên DAIŞê êrîşeke hovane li ser Şengal û derdora wê pêk anîn û di encamê de bi hezaran xelkê deverê hatin kuştin, windakirin û koçberkirin.
***
“Di vê bîranîna bi êş de, em qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Herwiha em hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî bi bîr tînin ku di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de berxwedan û qehremanî nîşan dan, bedelên mezin dan û efsaneya terorîstên DAIŞê têk birin, Şengal rizgar kirin û destaneke dîrokî nivîsandin.
Em hemû welatên ku jenosîda terorîstên DAIŞê li dijî Kurdên Êzîdî bi fermî wek jenosîd nas dikin, dinirxînin. Em hêvîdar in ku civaka navdewletî alîkariya xwişk û birayên me yên êzîdî bike ji bo kêmkirina êş û azarên wan.
Lê mixabin piştî 9 salan jî rewşa Şengalê hêj asayî nebûye. Ji ber sepandina hêzên milîs û komên çekdar ên neqanûnî, birayên me yên Êzîdî nekarîn vegerin malên xwe û welatê xwe ava bikin.
Bi boneya vê bîranînê em piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên birayên xwe yên Êzîdî dubare dikin. Divê dawî li rewşa neqanûnî ya Şengalê were. Herwiha em tekez dikin ku divê Peymana Şengalê were cîbicîkirin û hêzên derqanûnî ji herêmê derkevin da ku bi piştgiriya dewleta federal û civaka navneteweyî herêmê pêş bixin û rêveberiyê bixin destê gelê Şengalê yê resen.
Em bi rêzdarî li ber bîranîna Komkujiya Şengalê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin