Putin dest danî ser heyiyên 2 sîrketên enerjiyê yên biyanî

27 April 2023 01:36 0 dîtin
Putin dest danî ser heyiyên 2 sîrketên enerjiyê yên biyanî

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê biryarnama ku dest deynin ser 2 şîrketên enerjiyê yên biyanî îmze kir. Her dû şîrketam demkî xist kontrola hukumeta federal rêxistina mulkiyetê ya bi navê Rosimushchestvoyê. Her dû şîrket yên bi navên Alman Uniper SE û ya Fînlandiyayê Fortum Oyj ne.

Destdanîna ser her dû şîrketan weka nîşana eger bi bahaneya ku Rûsyayê di şer de zerarê daye Ûkraynayê, eger Rojavayî dest deynin ser heyiyên Rûsyayê yên li derveyê welat, wê Moskova bêhtir pêşde here û tedbîran bistîne. Putin vê biryarê weka mînakekî ji bo tedbîrên pêş, îmze kiriye.

Rûsya bi vê biryarnamê tedbîran distîne eger di pêşde Amerîka û welatên Rojava dest deyne ser malên Rûsyayê yên di welatên xwe de, wê Rûsya zêdetir biryarên weha bide.