Îdia: Putin, biryara kustina Prigojin destnîsan kir!
PeyamaKurd- Li gorî Servîsa Îstîxbarata Ukraynayê îdia kir, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, biryara kuştina Serokê Wagnerê destnîşan kir.
Di îdiayê de hat diyarkirin ku Vladimir Putin ferman daye Ajansa Îstîxbarata Rusyayê FSBê ku Prigojinê ku dihat gotin xwe spartiye Belarusê lê piştî operasyona leşkerî ya li ser sînor wenda bûye û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn, were kuştin.
Her wiha hat diyarkirin ku xwediyê îdiayê di îstixbarata Ukraynayê de generalê sereke ye.
Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê Kyrylo Budanov, ji kovara The War Zone re axivî û got:
“Em ji mêj ve li ser planên serhildanê yên Prigojin dibihîzin. Wagner dê êdî di êrîşa berfireh a Putin a Ukraynayê de ji bo me nebe gef. Em dizanin ku FSB ji bo kuştina wî hatiye erkdarkirin.”
Li ser pirsa ‘Gelo ew ê karibin vê yekê bikin?’ jî got "Em ê bi demê re bibînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin