Kremlînê bersiva îdia û tohmetên li ser kustina Prigojîn da…
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, bersiv da îdia û nûçeyên derbarê kuştina Serokê Wagnerê Yevgeny Prîgojîn.
Peskov di civîna rojnamevanî ya li Moskowê de li ser mijarê bertek ji îdiayên ku bi fermana Pûtîn balafira Prîgojîn hatiye xistin da û got, “Xwezayî ye ku gelek spekulasyon li ser qezaya balafirê ya mirinên trajîk ku Prigojîn jî tê de bû hene."
Peskov di dewamê de jî got ku medya rojavayî agahiyên derew belav dike û ew hemû jî spekulasyon in.
Herwiha li ser destpêkirina lêpirsîna derbarê ketina balafirê de jî Peskov diyar kir ku hê ti encameke fermî tune ye û dema encam amade bibin dê bên weşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin