Herdu welatan, biryara Putin a nukleerî rexne kir
PeyamaKurd- Ji wezaretên karên derve yên Litvanya û Polonyayê, biryara Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a ji bo bicihkirina çekên nukleerî yên taktîkî li Belarusê, hat rexnekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Litvanyayê Gabrielius Landsbergis, di ser hesabê xwe yê medyayay civakî re daxuyaniyek parve kir û rexne li biryara Rusyayê kirin.
Landsbergîs bal kişand ser pêwîstiya bersiveke tund a li hember Rusyayê û got,
"Bi vê biryarê Rusya qelsiyê nîşan dide, ne hêzê. Dorpêçên giran, şandina leşkeran li herêma Baltikê û xurtkirina milê rojhilatê NATOyê wê hevgirtin û biryardariyê nîşan bide."
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Polonyayê de jî hat gotin ku "Biryara Putin, rageşiya li ser êrîşên Rusyayê yên li dijî Ukraynayê hîn zêdetir dike. Ev yek ji bo ku Belarusê bikişîne nav şerê Rusyayê ye."
Serokê Dewleta Rusyayê Putin di 25ê Adarê de diyar kiribû ku ew ê çekên nukleerî yên taktîkî li Belarûsê bi cih bikin û gotibû, "Em ê bêyî ku erkên xwe yên navneteweyî yên li ser belavkirina çekan binpê bikin, vê yekê pêk bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin