Yekîtiya Ewropa ji bo du welatan biryara Schengenê da
PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku welatên Bulgaristan û Romanya ji 31ê Adara 2024an pê de, dibin endamên vîzeya Schengenê.
Li gorî biryarê dê herdu welat ji 31ê Adarê pê de bi rêyan deryayî û asmanî tevî nav vîzeya Shengenê bibin.
Di biryara ku bi yekdengî hatiye wergirtin de, hatiye diyarkirin ku ji bo herdu welat bikarin ji sînorên bejahî jî beşdarî Shengenê bibin, divê piştî rakirina kontrolên sînoran biryareke nû bê wergirtin.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha beşdariya Shengenê ya Bulgaristan û Romanyayê, ji ber vetoya welatên Hollanda, Macaristan û Awusturyayê nehatibû pejirandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin