Kazimî kandîdekî Kurd yê Serokomariya Iraqê weke wekîlê Wezareta Karên Derve destnîsan kir

20 July 2022 10:32 0 dîtin
Kazimî kandîdekî Kurd yê Serokomariya Iraqê weke wekîlê Wezareta Karên Derve destnîsan kir

PeyamaKurd – Mistefa Kazimî kandîdekî Kurd yê Serokomariya Iraqê, weke wekîlê Wezareta Karên Derve ya Iraqê destnîşan kir.

Li gor zanyariyan, Serokê Hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî du wekîl ji bo Wezareta Karên Derve destnîşan kir û yek ji wan jî Kurd e.

Hat zanîn ku wekîlê Kurd yê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Umer Berzencî ye û di heman demê de kandîdê Serokomariya Iraqê ye jî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Umer Berzencî beriya niha balyozê Iraqê yê li Qeterê bû.