Kazimî Wezareta Petrolê ya Iraqê ji bo hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê erkdar kir

16 February 2022 19:12 0 dîtin
Kazimî Wezareta Petrolê ya Iraqê ji bo hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê erkdar kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ya bi seroktiya Mistefa Kazimî li mijara petrol û gaza Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Iraqê raspard ku bi hevahengîya ligel Herêma Kurdistanê û li gor binemayên destûrê û berjewendiyên bilind kar bike.

Encûmena Wezîran a Iraqê îro 16ê Sibatê bi serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya û derbarê pirsa petrol û gazê de, Wezareta Petrolê raspard ku bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê û li ser binemayên destûrê û berjewendiyên bilind ên niştimanî, kar li ser wê pirsê bike.

Di civîna îro de, Wezareta Petrolê hat raspardin ku hevahengî û pêwendiyê bi şareza û pisporên ji navxwe û derveyî Iraqê re bike, ta ku mekanîzme û nexşerêyeke demî ji bo birêvebirina vê dosyayê bike.

Daxuyaniya Encûmena Wezîran a Iraqê piştî biryara doh ya Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê hat dayîn ku dadgehê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi nedestûrî bi nav kiribû.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê li dijî biryara Dadgeha Federalî derket û diyar kir ku tevgereke siyasî ye û  dê ev biryara dadgehê rewşê aloztir bike.