Wezareta Petrolê ya Iraqê: Dahata petrola me ya Kanûnê 8 milyar dolare
PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku Iraq di meha kanûnê de 99 milyon 868 hezar û 29 varêl petrol firotiye derve û ji vê petrolê 8 milyar 189 milyon û 602 dolarî zêdetir pere bidest xistiye. Wezaret weha ragihand:
“Di meha borî de ji herêmên orte û başûr bi temamî 97 milyon 204 hezar û 696 varêl petrol hat îxrackirin. Ji seha Kerkûkê ji bo lîmana Ceyhanê petrola xam ya hat îxrackirin, 2 milyon 363 hezar û 20 varêl çêbû. Petrol serê varêlê bi 82.004 dolaran hat firotin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin