Wezîrekî Iraqê îstifa kir, Kazimî Wezîrê Petrolê li sûna wî erkdar kir
PeyamaKurd – Piştî ku Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî îstîfaya xwe da Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ji bo birêvebirina karûbarên Wezareta Darayî yê bi wekalet hat erkdarkirin.
Hat ragihandin ku îro 16ê Tebaxê di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de, Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî karvekişandina xwe pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û Kazimî jî îstîfaya wî qebûl kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî piştî karvekişîna Elawî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ji bo karûbarên Wezareta Darayî yê bi wekalet raspart.
Herwiha li gorî çavkaniyên medya Iraqê Elî Elawî bi niyet e ku xwe bike namzedê postê Serokwezîrê Iraqê ku ev îdia bi fermî piştrast nebûye.
Elawî berî niha jî daxwaza daxistina nirxê dînar li hember nirxê dolarê Amerîkî kiribû û ev mijar jî bûbû sedema gengeşiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin