Biden êrîsa ser mala Serokwezîrê Iraqê sermezar dike û destxwesiyê li Kazimî dike
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi daxuyaniyekê êrîşa ser mala Serokwezîrê Iraqê şermezar dike û destxweşiyê li Kazimî dike li beramber banga wî ya liserxwebûn û pêkanîna diyalogê bo parastina saziyên dewletê.
Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrîşa do li dijî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye kirin de, daxuyaniyek belav kir û di beşeke daxuyaniyê de tê diyarkirin: ‘‘Divê encamderên wê êrîşa terorîstî ku dijî dewleta Iraqê hatiye kirin bên ceza kirin. Ez bi aweyekî herî dijwar wan kesan şermezar dikim ku ji bo lawazkirina proseya demokrasiyê tundûtûjiyê bikar tînin. Min daxwaz ji Tîmên Ewlehiya Nîştimanî ya xwe kirine ku alîkariyên guncav pêşkêşî hêzên ewlekariyê yên Iraqê bikin, di demêkê de ku ew hêz bo dîtîna encamderên wê êrîşê lêkolînan dikin.’’
Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje: “Divê encamderên wê êrîşa terorîstî ku dijî dewleta Iraqê hatiye kirin, bên ceza kirin. Ez bi awayekî herî dijwar wan kesan şermezar dikim ku bo lawazkirina proseya demokrasiyê tundûtûjiyê bikar tînin. Min daxwaz ji Tîmên Ewlehiya Nîştimanî ya xwe kiriye alîkariyên guncav pêşkêşî hêzên ewlekariyê yên Iraqê bikin, di demêkê de ku ew hêz bo dîtîna encamderên wê êrîşê lêkolînan dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin