Sêwirmendê Kazimî: Biryara Dadgeha Federal a petrol û gazê ji nîqasê re girtî ye!
PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Heysem Cuburî derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê de ku peymanên gaz û petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nas nake de daxuyanî da û got, biryar ji nîqaşê re girtî ye.
Heysem Cuburî ji mdeya Iraqê re gotiye, ti mafê Herêma Kurdistanê nîne biryara Dadgeha Federal nîqaş bike bi taybet jî ya derbarê serastkirina çavkaniyên petrol û gazê de.
Herwiha Cuburî diyar kiriye, ji ber Dadgeha Federal gihîştiye encamê Rêveberiya Herêma Kurdistanê nikare dijî wê biryarê nêrîna xwe bêje.
Heysem Cuburî gotiye, “Ji ber ku madeyên budçeyê bi temamî nayên bicihkirin, di kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê de, çareseriya pisgirêkan jî çênabe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin