Kazimî: Hevdîtinên Bexdayê yên Îran û Erebistana Siûdî gihîstin qonaxeke pêstdetir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimi, li ser hevdîtinên navbera Îran û Erebistana Siûdî de ku li Bexdayê birêve diçin ragihand ku gihîştine qonaxeke pêşdetir.
Kazimî di civîna rojnamevanî ya li Bexdayê de, li ser mijara hevdîtinên asayîkirina pêwendiyên Îran û Erebistana Siûdî daxuyanî dan û got, îro Bexda ji bo gelek welatan bûye cihê hevdîtinan û ji bo çareserkirina cudahiyên wan 5 hewldan hatine kirin.
Mistefa Kazimî diyar kir ku hevdîtinên Bexdayê yên Îran û Erebistana Siûdî gihîştine qonaxeke pêşdetir û da zanîn, ji bilî wan hin danûstandinên din ên welatan li Iraqê têne kirin û ew jî ji ber rola wan veşarî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin