Parlamentarên Ereb bo Kazimî: Nabe Hesda Seibî ji navenda Bexdayê vekise
PeyamaKurd - Parlementerên Iraqê yên ser bi milîsên Heşdî Şeibî ve merc danîn ji bo hikûmetê bo vekişîna Heşdî Şabî ji navenda Bexdayê û gotin, nabe Heşdî Şeibî ji nav bajaran derkevin.
Hejmarek parlementerên ereb ên di lîjneya asayiş û bergiriya parlementoya Iraqê de ku bi ser Heşda Şeibî ve ne, îro Yekşemê di civîneke rojnemevanî de merc danîn pêş Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo derketina Heşdî Şabî ji nav navenda bajaran.
Parlementerê Iraqê Mihemed Reza eşkere kir ku Heşdî Şeibî nikare ji nava bajaran derkeve û ew hêza Wezareta Navxwe tune ye asayîşê li nava bajaran pêk bîne.
Mihemed Reza tekez kiriye ku ew weke lijne çavdêriya hengawên Mistefa Kazimî dikin û nabe Heşdî Şeibî ji nava bajaran derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin