Sûriye, tevlî Forum a Tirk-Ereb ya Aboriyê nabe

11 September 2024 22:34 0 dîtin
Sûriye, tevlî Forum a Tirk-Ereb ya Aboriyê nabe

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Sûriyê Faysal el-Mikdad ragihand ku wê  Sûriye, tevlî Forum a Tirk-Ereb ya Abdoriyê nebe. Forum a 15em ya Tirek-Ereb li Îstenbolê di meha Cotmehê de, dê bibe.

Wezîrê Sûriyê got ku heya Tirkiye ji ser axa Sûriyê venekişe, wê di navbera her dû dewletan de pêvajoya muzakereyan destpêneke.

Wezîr Faysal el-Mikdad, ragihandina xwe îro li payîtexta Misrê li Qahîre li balyozxana Sûriyê, ji rojnamevanan re kir. El-Mikdad got ku daxwazên wan yên ji Tirkiyê aşkerane. El-Mikdat ji bo medya Ereb ya 963+ weha dewam kir:

“Daxwazekî me vekişîna Tirkiyê ji ser axa Sûriyê ye. Yanî divê Tirkiye tewrekî wisa nîşan bide ku xelet nêşirovekirin. Em dikarin endîşeyên Tirkiyê jî biaxifin. Dema Tirkiye ji ser axa me vekişe, em amade ne.”