Rûsya nehist Tirkiye tevlî hevdîtinên Qerebaxê bibe

12 October 2020 21:35 0 dîtin
Rûsya nehist Tirkiye tevlî hevdîtinên Qerebaxê bibe

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku pêşniyara serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev ku xwest Tirkiye tevlî hevdîtinên li ser Qerebaxê bibe red kirine. Lavrov li Moskovayê bi wezîrê karên derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan re civîna çapemeniyê kir û got divê çareseriya Qerebaxê di bin sîwana Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Awrûpa de, bi Rûsya, Amerîka û Fransayê bibe.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Mnatsakanyan jî weha got:

“ Tirkiye bi geşayî destekê dide Azerbeycanê lewra nabe ku bibe navbeynkar.”