Hevdîtinên heyeta Rûsya û Tirkiye bi dawî bû
PeyamaKurd- Hevdîtinên di navbera heyetên Rûsya û Tirkiyê de yên li Ankara dewam dikir, bi dawî hat. Ankara ji Rûsyayê xwest ku di wextekî zû de di navbera her dû aliyan de agirbes çêbibe. Serpereştiya heyeta Rûsyayê nûnerê taybet yê Putin bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşin dikir. Serpereştiya heyeta Tirkiyê, cîgirê wezîrê karên derve Sedat Ünal dikir. Civîn li baregeha wezareta karên derve ya Tirkiyê hat kirin.
Roja duyê ye ku civîna sêyem di navbera her dû heyetan de çêdibe û civîna îro 3 siet û nîv dewam kir. Piştî civînê wezareta karên derve ya Tirkiyê weha got:
“Me bi heyeta Rûsyayê re, temamê halê Idlibê guftûgo kir. Me ji heyeta Rûsya re got ku divê bilez agirbes bêkirin. Divê lihevkirina Soçiyê bi temamî bê bicîhanîn.”
Berê jî di navbera heyetan de li Ankara û Moskovayê civîn çêbûbûn lê negihabûn çi encamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin