Çekdarên Hesda Seibî û ereban bi ser gundekî Kurd de girt
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 7ê Kanûnê hejmarek erebên hawirde û çekdarên Heşdî Şeibî, bi çekan bi ser zeviyên çandiniyê yên gundê Singurî yê kurdên qezaya Xurmatûyê de girtin.
Hate zanîn ku cotkar û rûniştvanên gund li hember erebên hawirde û çekdarên Heşdî Şeibî rawestiyane û zeviyên xwe parastine, lê milîsên Heşdî Şeibî gule li cotkarên gund rêşandine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an hêzên Iraqê ligel milîsên Heşdî Şeibî Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dagir kirin û ji wê demê ve proseya erebkirinê li deverên Kurdistanî hatiye xurtkirin.
Gelek caran li Kerkûk, Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî hêzên iraqî davêjin ser gundên kurdan û dest datînin ser zeviyên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin