Hilbijartinên Iraqê | Bi qasî nîvê çekdarên Hesda Seibî nikarin deng bidin
PeyamaKurd – Yek ji namzedê Hevpeymaniya Fetîh a bi ser milîsên çekdar ên girêdayî Îranê Heşda Şeibî ve ragihand ku bi qasî nîvê çekdarên Heşda Şeibî di hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmehê yên Iraqê de nikarin dengên xwe bikar bînin.
Namzedê Hevpeymana Fetîh Hesen Şakir, daye xuyakirin ku bi qasî nîvê çekdarên Heşda Şeibî ji ber ku li eniyên şer in navên wan di lîsteyan de cî negirtine û nikarin dengê xwe bikar bînin ku dibe ev pêngavek bo astengkirina Heşda Şeibî be.
Şakir gotiye ew çekdar dûrî cihên dengdanê ne û hikûmetê jî mafê wan ê dengdanê asteng kiriye û heger bê xwestin jî hikûmeta Iraqê dikare di nav çend saetan de belgeyên pêwîst bo dengdanê ji wan re dabîn bike.
Li aliyê din Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Nibras Ebûsode jî daye xuyakirin ku wan berê navên milîsên Heşda Şeibî xwestiye, lê dereng mane û lewma jî navê wan ketiye nav lîsteyên dengdanê. Ji ber vê jî rojek beriya dengdana giştî ya 10ê Cotmehê di dengdana taybet a bo hêzên ewlekariyê de jî nikarin dengên xwe bidin.
Hêzên Heşda Şeibî sala 2014an bi fetwaya rêberê şîe Ayetullah Sistanî hatiye damezrandin û sala 2016an jî bi biryara parlamentoya Iraqê wekî hêzeke fermî ya Iraqê hatiye qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin