Li Sûriye û Iraqê bi qasî 10 hezar çekdarên DAISê çalak in
PeyamaKurd - Berpirsê Beşa Rûbirûbûna terorê li Netewên Yekbûyî (NY) Vladimîr Voronkov ragihand ku nêzî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê çalak in.
Voronkov eşkere kir, piştî derbasbûna 2 salan li ser jinavbirina DAIŞê, hîna zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê çalak in û îsal êrîşên wan zêde bûne.
Voronkov Netewên Yekbûyî agahdar kir ku çekdarên DAIŞê bi şaneyên biçûk bi azadî di navbera her du welatan de tevgerê dikin û DAIŞ dubare xwe birêxistin dike û çalakiyên wan ne tenê li Sûriye û Iraqê, dibe li navçeyên din ên herêmê jî zêde bûne.
Herwiha Voronkov di rapora xwe de diyar kir, DAIŞ li navçeyên şer û nakokî lê hene zêde çalak dibe, lê li navçeyên milmilane lê nîn in û rêkarên rûbirûbûna vîrûsa koronayê tên girtin, gefên DAIŞê kêm in.
Voronkov da zanîn, DAIŞ li hin navçeyên Rojhilata Navîn yên di bin kontrola wê de bûn, xwe birêxistin dike û pêgeha xwe xurt dike û daxwaz ji civaka navdewletî kir, divê rêkarên yekalîker li dijî wê rêxistinê bêne girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin